Nîsan 20, 2021 16:57 Asia/Tehran
  • Li Îranê goriyên Koronayê hîn li derdora 400 kesî ye

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 395 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 67 hezar û 525 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 16 Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 25 hezar û 492 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 3 hezar û 365 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 286 hezar û 927 kesan.

Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha milyonek û 810 hezar û 531 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vîrusa Covid-19 li gor amarên fermî yên welatan bûye sedema pêketina zêde ji 142 milyon kesan li cîhanê û bûye sedema mirina zêde ji 3 milyon kesên din.

Serepeyv