Nîsan 19, 2021 19:22 Asia/Tehran
  • Zerîf bi serokomarê Endonizyayê ra civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê bi serokomarê Endonizyayê ra civiya û derbarê riyên berfirehkirina hevkariyên dualî û mijarên navneteweyî pê ra şêwirî.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama hevdîtina tev rayedarên Endonizyayê tev Coko Vîdodo serokomarê vî welatî civiya.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê da li ser amadetiya Komara Îslamî ya Îranê jibo berfirehkirina herî pirtir a pêwendiyên birayane yên du welatan pêgirî kir û ji helwêstên bingehîn ên Endonizyayê li Konseya Ewlehiyê jibo parastina Peymana Navokî û cihanîna Biryarnameya 2231ê sipasî kir.

 

Serepeyv