Civîna Wezîrên Karên Derve yên Îran û Sirbîstanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325700-civîna_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_sirbîstanê
Wezîrên Karên Derve yên Komara Îslamî ya Îran û Sirbîstanê civiyan û li ser mijarên balkêş sekinîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2021 19:24 Asia/Tehran
  • Civîna Wezîrên Karên Derve yên Îran û Sirbîstanê

Wezîrên Karên Derve yên Komara Îslamî ya Îran û Sirbîstanê civiyan û li ser mijarên balkêş sekinîn.

Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zarîf roja Şemiyê li Tehran bi Wezîrê Derve yê Sirbî Nikola Slakovic re civiya.

Di heman demê de roja Şemiyê, têgihiştinamek di derbarê hevkariya di navbera Komara Îslamî ya Îran û Sirbîstanê de ji hêla Wezîrên Karên Derve Muhemed Cewad Zarîf û Nikola Sakovich ve hate îmzekirin.

Ev Têgihiştiname li ser Pêşkeftina Dostanî û Hevkariya di navbera dualiyan de li ser bingehên wekhevî, serwerî, yekperçebûna axê, destwernedana li karûbarên navxweyî, rêzgirtina hevûdu û berjewendiyên hevpar ava dibe.

Wezîrê Derve yê Sirbîstanê Nikola Slakovic roja Şemiyê hat Tehranê.  Di serdana xwe ya Îranê de, wezîrê derve yê Sirbistanê ji bilî hevdîtina digel wezîrê karên derve Mihemed Cewad Zerîf  digel serokomar, serokê meclisa şêwra îslamî û hin karbidestên din ên Îranê jî civiya.