Nîsan 18, 2021 20:39 Asia/Tehran
  • Li Îranê goriyên Koronayê her diçe zêdetir dibin: Di rojekê de 405 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 405 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 66 hezar û 732 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 16 Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 21 hezar û 644 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 3 hezar û 92 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 237 hezar û 89 kesan.

Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha milyonek û 785 hezar û 358 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.t

Vîrusa Covid-19 li gor amarên fermî yên welatan bûye sedema pêketina zêde ji 141 milyon kesan li cîhanê û bûye sedema mirina zêde ji 3 milyon kesên din.

Serepeyv