Emîr Hatemî: Wezareta Berevaniyê xwedan derfetên zêde jibo serêxwegirtina dirûşmeya salê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325535-emîr_hatemî_wezareta_berevaniyê_xwedan_derfetên_zêde_jibo_serêxwegirtina_dirûşmeya_salê_ye
Wezîrê berevanîyê yê Îranê destnîşan kir: Wezareta berevaniyê xwedan derfetên zêde jibo serêxwegirtina tam a dirûşmeya salê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2021 12:51 Asia/Tehran
  • Emîr Hatemî: Wezareta Berevaniyê xwedan derfetên zêde jibo serêxwegirtina dirûşmeya salê ye

Wezîrê berevanîyê yê Îranê destnîşan kir: Wezareta berevaniyê xwedan derfetên zêde jibo serêxwegirtina tam a dirûşmeya salê ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Emîr sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê berevanîyê yê Îranê îro Yekşemiyê bi amadebûna li nav kedkar û rêveberên erkantiya Wezareta berevaniyê bi awayê vîdyo konferansê, got: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jibo sala nê dirûşmeya "Berhemanîn, piştgirî û rakirina berbendan" bijart da ku girîngiya pêşketina berhemanînê bi bîr bîne.

Emîr sertîp Hatemî her wiha got: Li Wezareta berevaniyê ya Îranê derfetine zêde û ciyawaz jibo serêxwegirtina vê dirûşmeyê bi bereketa Înqilaba Îslamî hene.

Li gorî gotina Wezîrê berevanîyê yê Îranê, Sala 1400î, dê sala geşbûn û pêşketinên hevdem di hemî warên aborî, siyasî, civakî û nemaze di pêşeya berevaniyê be.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê got: Di sala 1400î da divê bi awayekî taybet pişta berhemanîn û berhemêner û karsazan were girtin.