Nîsan 06, 2021 11:28 Asia/Tehran
  •  Zerîf gihîşte Bîşkikê

Wezîrê karên derve yê Îranê di çarçova sefera navçeyî da gihîşte Bîşkikê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di çarçova sefera navçeyî da hevrê digel desteyeka wezareta karên derve derbasî Bîşkika paytexta Qirqîzistanê bû.

Biryar e ku Zerîf di vê seferê da li cihê mayîna serokomarê Qirqîzistanê li Alarçayê destpêkê bi Rûslan  Qezaqbayêv wezîrê karên derve yê Qirqîzistanê û piştra bi Sadîr Cebarov serokomarê Qirqîzistanê ra bicive û paşê beşdarî konferansseka nûçeyî bibe.

Di dawiyê da, Wezîrê karên derve yê Îranê dê terka Bîşkikê bike û berê xwe bide Nûr Siltanê.

 

 

Serepeyv