Sertîp Hatemî: Sipaha Pasdaran hêza stratejîk û derfeta sereke ya Îranê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324976-sertîp_hatemî_sipaha_pasdaran_hêza_stratejîk_û_derfeta_sereke_ya_Îranê_ye
Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji Hêzên Çekdar ê Îranê di peyamekê da Sipaha Pasdaran wek Hêza Stratejîk û Derfeta sereke ya Îranê da zanîn û amadetiya vê wezaretê jibo piştevaniya giştalî ji hêzên çekdar û Sipaha Pasdaran jibo berevaniya ji Îqnilaba Îslamî û destkeftên wê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2021 07:50 Asia/Tehran
  • Sertîp Hatemî: Sipaha Pasdaran hêza stratejîk û derfeta sereke ya Îranê ye

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji Hêzên Çekdar ê Îranê di peyamekê da Sipaha Pasdaran wek Hêza Stratejîk û Derfeta sereke ya Îranê da zanîn û amadetiya vê wezaretê jibo piştevaniya giştalî ji hêzên çekdar û Sipaha Pasdaran jibo berevaniya ji Îqnilaba Îslamî û destkeftên wê ragihand.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Emîr sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji Hêzên Çekdar ê Îranê tevî pîrozkirina rojên pîroz ên Şeibanê nemaze jidayîkbûna pîroz a Îmam Husên (S) û Roja Pasdaran û jidayîkbûna Îmam Secad (S) û rêzgirtina li Roja Canbazan û Jidayîkbûna Hezretê Ebulfezlê Ebas (S), Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî wek hêza stratejîk û derfeta sereke ya Komara Îslamî û miletê Îranê jibo parastina Înqilaba Îslamî û pûçkirina senaryoyên dijminan, pergala serdestîxwaz û istikbara cîhanî da zanîn.