Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324829-amara_herî_dawiyê_ya_koronayê_li_Îranê
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 53 kesên din li Îranê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi van awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 61 hezar û 69 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2021 21:35 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 53 kesên din li Îranê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi van awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 61 hezar û 69 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 8 hezar û 88 kesên din bi Koronayê ketin ku ji wan 593 kes di nexweşxanê de hatin razandinê.

Dr. Sîma Sadat Larî her wiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 731 hezar û 558 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 477 hezar û 588 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.