Serleşker Baqirî: Şanaziyên îro yên Îranê ji bereketa xwîna şehîdan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324801-serleşker_baqirî_Şanaziyên_îro_yên_Îranê_ji_bereketa_xwîna_şehîdan_e
Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir, Şanaziyên roja îro yên Îranê ji bereketa xwîna şehîdan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Şanaziyên îro yên Îranê ji bereketa xwîna şehîdan e

Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir, Şanaziyên roja îro yên Îranê ji bereketa xwîna şehîdan e.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serleşkerê pasdar Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi boneya 22ê Isfendê Roja Neteweyî ya Sipasiya ji Cîgeha Bilind a Şehîdan bi weşandina peyamekê destnîşan kir, Ji bereketa xwîna şehîdan; Îrana Îslamî roja îro di warên cûrbecûr di lûtkeya şanaziyê da ye û amade ye ku bi hêz derbasî pêngava duyem a Înqilabê bibe.

Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di vê peyamê da ragihandiye: Şehîdan bi derbasbûna ji canê xwe, serbixwetî, azadî û mezinahiya Komara Îslamî û izet û serbilindî jibo gelê Îranê anîn.

Di vê peyamê da hatiye: Em ê bi behrewergirtina ji şêwaza û reftara şehîdan, pêşketin û serfiraziya her rojî ya niştîmana îslamî bibînin.