Xetîbzade: Mijara Îran û Amerîkayê şandina sîgnalê nîne
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Mijara Îran û Amerîkayê şandina sîgnalê nîne.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna xwe ya hefteyî da di bersiva pirsa nûçegihanê IRAN Pressê derbarê îdiaya dîplomatê fransî derbarê şandina peyama erênî ji aliyê Îranê va derbarê vegeriyana Ameîrkayê bo Peymana Navokî, got: Di rastiyê da mijara Îran û Amerîkayê cihanîna bibandor a naveroka Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiya NY ji aliyê Amerîkayê va û rakirina boykotan bi awayekî tam û giştalî ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê encama civîna Pêncşemiyê bi şev a Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ku beriya civîna Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hat lidarxistin, got: Civînên Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi awayê rêkûpêk tên lidarxistin û hûrgiliyên wê di medyayan da nayên weşandin.