Bêminetî di warê navneteweyî da, destkefta girîng a Hêza Deryayî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324710-bêminetî_di_warê_navneteweyî_da_destkefta_girîng_a_hêza_deryayî
Alîkarê hevahengkir ê Artêşa Îranê got: Hêza deryayî ya Stratejîk roleke girîng û mezin di iqtidara neteweyî ya welêt da heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2021 08:25 Asia/Tehran
  • Bêminetî di warê navneteweyî da, destkefta girîng a Hêza Deryayî

Alîkarê hevahengkir ê Artêşa Îranê got: Hêza deryayî ya Stratejîk roleke girîng û mezin di iqtidara neteweyî ya welêt da heye.

Li gorî rapora beşa pêwendiyên gelemperî ya Artêşa Îranê, Edmîral Hebîbullah Seyarî, Alîkarê hevahengkir ê Artêşa Îranê di merasima şeşemîn dora Fêrkariyên şêrr ên şehîd Seyad Şîrazî ku li zanîngeha Pedafenda asimanî ya Xatem ul-Enbiya (S) ya artêşa Îranê hat lidarxistin, got: Roja îro hêzxurtên mezin têgihîştine ku warê deryayan nemaze avên azad û avrêyên navneteweyî yên girêdayî bi nuqteyên stratejîk xwedan derfetên mezin û mesrefên kêmtir di pêvajoya şopandina armancên stratejîk in û pê hesiyane ku rewşa rikeberiyê di vî warî da, dikare mayîndetiya hêza navçeyî û cîhanî misoger bike.