Sibat 24, 2021 21:18 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bila Koreya Başûr rewşê jibo bidestxistina çavkaniyên aborî yên Banka Navendî ya Îranê dabîn bike

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku pêwendiyên Îranê û Koreya Başûr di du sal û nîvên borî da ketiye bin bandora kiryara neqanûnî ya bankên koreyî, destnîşan kir: Bila Koreya Başûr di dema herî lez da rewşê jibo bidestxistina çavkaniyên Banka Navendî ya Îranê li bankên vî welatî xweş bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Çang, wezîrê karên derve yê Koreya Başûr di têkiliya telefonî ya îro digel Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê rewşa herî dawî ya alûgorên du welatan nirxand.

Zerîf di vê gotûbêjê da got: Bila Koreya Başûr di dema herî lez da rewşê jibo bidestxistina çavkaniyên Banka Navendî ya Îranê li bankên vî welatî xweş bike.

Wî tevî amajeya bi kiryara neqanûnî ya Bankên koreyî got: Mixabin pêwendiyên du welatan di heyama du sal û nîvên borî da ketiye bin bandora kiryara neqanûnî ya bankên koreyî nemaze di rewşa dijwar a belavbûna Koronayê û hewcetiya gelê Îranê bi van çavkaniyan.

Wezîrê karên derve yê Koreya Başûr jî got: Pêkanîna vê hevpeyivînê di rewşekê da ku tenê kêmtir ji sê hefteyan ji tayînkirina wî li vê cîgehê derbas dibe, nîşana girîngiyekê ye ku Koreya Başûr dide pêwendiya digel Îranê.

Wî got ku ew ê gişt şiyana xwe jibo çareserkirina pirsgirêka çavkaniyên pere yên Îranê li cem bankên Koreya Başûr bi kar bîne.

 

 

Serepeyv