Sibat 22, 2021 08:56 Asia/Tehran
  • Zerîf: Erebistana Siûdî nikare li Yemenê bi ser keve

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Yekşemiyê bi şev di gotûbêja bi kanala El-Minar a Libnanê ra got: Erebistana Siûdî nikare li Yemenê serketina leşkerî bi dest bixe.

Li gorî rapora Yekşemiyê bi şev a IRNAyê ji zarê El-Minarê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Erebistana Siûdî nikare serketina leşkerî li Yemenê bi dest bîne an bi riya gotûbêjê tiştekî bi dest bixe ku bi riya leşkerî nekarîbe.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da got: Heke Israîl bixwaze êrîşî ser Îranê bike, dibê qey dest bi xwekujiyê kiribe.

Wî got: Cînarên Îranê ev şaşitî kirin ku rê dan Israîl pevçûnê bîne nav axa wan û ev rejîm dê bi zûtirkê ewlehiyê ji van welatan bigire û nikare berevaniya wan bike.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Armanca Îranê li Sûriyê şerê dijî terorîsmê ye û Israîl divê yekê tê bigihêje ku siyaseta piştgiriya ji komên terorîst dê bêbersiv nemîne.

  1. erîfWezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê alûgorên Libnanê jî got: Îran bi armanca lihevhatina komên libnanî dixebite û tu aliyek nikare lihevkirinekê li ser libnaniyan bisepîne.

Wî her wiha got: Îranê piştî teqîna bendergeha Beyrûtê pêşniyara raberkirina alîkariyê da Libnanê, lê zextên Amerîkayê nehîşt ku ev alîkarî bigihêjin encamê.

 

 

Serepeyv