Sibat 21, 2021 22:57 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 74 îraniyan ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 7 hezar û 931 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 574 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirina sivik çûn malên xwe.

Wê herwiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 574 hezar û 12 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 74 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 59 hezar û 483 kesan.

Dr. Sîma Sadat Larî  herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 344 hezar û 791 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Serepeyv