Sibat 21, 2021 21:40 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka nikare vegere peymana nukleerê heya ku ambargo û  dorpêç bi tevahî neyên rakirin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got:"Amerîka nikare vegere peymana navokî berî ku sizayên li dijî Îranê bi tevahî rakin, ji ber ku eva Amerîka bû ku Lihevkirina Navokî bin pê kiriye."

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê  Mihemed Cewad Zerîf îro Yekşemê ji Îran Press re got: "Tiştek di sîyaseta Amerîka de neguheriye û Biden tenê îdiayek kir, me heft serokên Amerîkî dîtin û pirsgirêk ev e ku Amerîka di anîna ceza de edet kiriye, lê ev siyaset Îranê naxapîne." 

Zerîf herwiha got: "Amerîkî dixwazin ji rêkeftina navokî wêdetir biçin, lê ti danûstandinek  çênabe, jiber ku ev rêkeftin mayinde ye."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand: "Sizdan ne amûrek qebûlkirî ye û di bingehê de tu ciheke xwe di nav Rêkeftina Navokî de tine, çima behs li ser rêbaza emrazê ji bo sepandina sizayan dibe, dema ku ew berovajî biryara 2231 e."

Serepeyv