Sibat 19, 2021 22:06 Asia/Tehran
  • Zerîf: Divê Amerîka hemî cezayên ku Trump li dijî Îranê sepandine bê şert û merc rake

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: "Divê Amerîka bê şert û merc û bi awayê bi bandor hemî cezayên ku ji hêla Trump ve li dijî Îranê hatine danîn û vegerandin, rakin."

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf Roja Înê di twîtekê de li bersiva vekişîna Amerîkayê ji Mekanîzma Kişokê, nivîsî: Amerîka li xwe muqir hat ku îdiayên Pompeo yên di derheqê Biryara 2231 de tu nirxeke xwe ya qanûnî û hiqûqî tune; Em jî vê yekê qebûl dikin.

Zerîf destnîşan kir ku Amerîka bi pabendiya derheq biryarnama 2231, divê bêyî şert û bi bandor hemî cezayên ku ji teref Trump ve hatine dayîn rakirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Piştî rakirina dorpêçan ji hêla Amerîkayê ve, Îran dê tavilê hemî pêngavên reformî (kêmkirina peywiran) paşde vegerîne.

Serokomarê berê yê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê, 8ê Gulana 2018an, bi binpêkirina sozên Waşîngtonê yên li gor Rêketina Navokî, bi yekalî ji vê peymana navneteweyî vekişiya, û dîsa sizayên navokî û boykotên li dijî Îranê dasepandin.

Di vê navberê de rêveberiya nû ya Amerîkayê ji ber ku hewldanên rêveberiya berê ya vî welatî derheq sepandina sizayên herî zêde li ser Îranê negihêşte encamê, diyar kir ku vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêkevtina Navokî bû sedemê tecrîda vî welatî li cîhanê, wê Amerîka vegere nav peymana ku Konseya Ewlekariyê ya NY pejirandiye, ya ku cezayên li ser Îranê radike. .

Serepeyv