Sibat 17, 2021 13:29 Asia/Tehran
  • Zerîf: Ji 23ê Sibatê ve çavdêriya IAEA kêm dibe

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: "Hevkariya navbera Îran û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) dê bidome, lê ji 23 Sibatê, çavdêriya IAEA dê kêm bibe."

Li gorî Radyo û Televîzyona Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li rex civîna koma wezîran li bara cihanîna qanûna meclîsê ya derbarê Rêketina Navokî got: Li gorî qanûna meclisa şêwra îslamî ya Îranê, roja 23ê Sibatê, yek ji pêgavên ku zagonê diyar kiriye pêk tê, ew jî kêmkirina çavdêriya IAEA ye ne rawestandina wê.

Zerîf herwiha got: "Me li gor peymana çavdêrî û kontrolê ya ajansê ku standarda çavdêriya Ajansê ye, heya niha gav avêtin û em pabendî wê ne, wekî çalakiyek dilxwaz, me Protokola Zêdebûyî bêyî pejirandinê pêk anî û niha me biryar daye ku em vê pêkanîna dilxwaz rawestînin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Li gor daxwaza serokê IAEA emê pê re bişêwirin, Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê jî bi fermî IAEA agahdar kir ku ji 23 Sibatê pêkanîna dilxwaz a Îranê ji bo cihanîna Protokola Zêdebûyî tên rawestandin, lê çavdêriya ajansê berdewam dike.

Zerîf destnîşan kir ku Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê amade ye ku li ser kalîteya çavdêriyê bi IAEA re biaxive, Zerîf pişt re wiha got: "Çavdêriya IAEA bi awayê normal li piraniya welatên cîhanê heye wê li Îranê jî berdewam bike; Ya duyemîn, aliyê hemberî me yên li Rêketina Navokî, çi Amerîka û çi jî Ewropa, divê vegerin ser sozên xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Kiryarên ku ji hêla Îranê ve hatine kirin di cîbicîkirina madeya 36 a Rêketina Navokî de ye û em di nav Lihevkirina Navokî de ne û wek ku di asta herî jorîn a welat de hatî diyar kirin, gava ku Amerîka cezayan rake û endamên din berpirsiyariyên xwe bicîh bînin, ti berbend namîne ku Îran gavên berdêl bavêje.

Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got: "Ger gişt alî vegerin Lihevkirina Navokî , wê hingê em dikarin pêkanîna tam ya Protokolên Zêdekirî wekî pênc salên borî bidomînin."

Serepeyv