Şehîdbûna sê hêzên ewlehiya Îranê li Sîstan û Belûçistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324173-Şehîdbûna_sê_hêzên_ewlehiya_Îranê_li_sîstan_û_belûçistanê
Navenda Pêwendiyên Giştî û Ragihandina Wezareta Îtileatê (Ewlehî û Îstixbaratê) ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku sê hêzên ewlehiyê yên Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şehîd bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2021 06:21 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna sê hêzên ewlehiya Îranê li Sîstan û Belûçistanê

Navenda Pêwendiyên Giştî û Ragihandina Wezareta Îtileatê (Ewlehî û Îstixbaratê) ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku sê hêzên ewlehiyê yên Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şehîd bûn.

Navenda Pêwendiyên Giştî û Ragihandina Wezareta Îtileatê îro bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku di çarçova hewldanên ji bo bidestxistin lêzanînê derbarê bandên sûçên birêxistinkirî de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 3 hêzên ewlehiyê yên Îranê di dema cihanîna erkên xwe de şehîd bûn.

Wezareta Îtileatê di vê daxuyaniyê de dibêje: Em ji ber şehîdbûna van hêzên hêja û bi qedir sersaxiyê ji Îmamê Zeman (Silêvên Xwedê lê be), Hz. Îmam Xamineyî (Xwedê wî biparêze), ji netewê serbilind ê Îrana Îslamî û malbatên hêja ên van şehîdan dixwazin û şehadeta wan wek nirxeke bi erziş li wan pîroz dikin û  em ji Xwedê teala ji bo wan şehîdên hêja derceyên bilind ên menewî dixwazin û ji Xwedê teala dixwazin ku sebir û hedarê bide malbatên wan.