Sibat 15, 2021 20:10 Asia/Tehran
  • Nemekî: Îran dê di cîhanê de yek ji mezintirîn hilberînerê Vaksîna Koronayê bibe

Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî yê Îranê got: Îran dê di sê mehên bê de yek ji mezintirîn hilberînerên Vaksîna Koronayê li cîhanê bibe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a IranPress, "Seîd Nemekî", Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî yê Îranê, îro Duşemê li Navenda Pêşîlêgirtina Koronayê li Parêzgeha Qazvin (bakurê rojavayê Îranê), got: Li Îranê komên herî mexdûr û metirsîdar dê di nav şeş mehên bê de werin aşîkirin (vaksînekirin).

Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî yê Îranê ragihand: Berevajî hin welatên cîran, Îran rê nade ku vaksîna ku hîn bi tevahî nehatiye pesend kirin li welêt were bikaranîn.

Nemekî desnîşan kir ku Amerîkayê di dîrokê de cezayên herî hovane û zalimane li dijî Îranê bikar anîn û got: Her çend li dû van cezayan, di dema berbelavbûna şewba Koronayê de, Îranê nikaribû tu dermanan bîne nav welêt, lê bisaya gişt hewldanên gel û rayedarên îranî gişt polîtîkayên dijminane yên Amerîkayê têk çûn.

Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî yê Îranê diyar kir ku hesabên saziyên navneteweyî ew bû ku hejmara miriyên nexweşiya koronayê li Îranê dê bigihêje 1200 kesî li rojê de û got: Mixabin, Amerîkayê pirtir ji pênc hezar mirin tomar kiriye û li gelek welatên mezin em rûbirûyê zêdetirî hezar mirinan dibin, lê Komara Îslamî ya Îranê bi mirinên du reqemî re rû bi rû dimîne, ku ev jimara jî mezin e.

Serepeyv