Rûhanî: Divê em li ser derbasgehên sînor pir baldar û hişyar bin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324074-rûhanî_divê_em_li_ser_derbasgehên_sînor_pir_baldar_û_hişyar_bin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêdivî ye ku li ser tixûbên ketina nav welêt, nemaze ji welatên ku gelê wan bi vîrusên nû ketine, hişyarî û baldariyeke zav hebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Divê em li ser derbasgehên sînor pir baldar û hişyar bin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêdivî ye ku li ser tixûbên ketina nav welêt, nemaze ji welatên ku gelê wan bi vîrusên nû ketine, hişyarî û baldariyeke zav hebe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî vê sibeyê di civîna Erkana Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Koronayê de xwest gişt telîmat û protoklên tendirustiyê bi cidî werin berçavgirtin û eva tenê riya derbasbûna ji nexweşiya Koronayê da zanîn ûhevdemî vê yekê ji rayedarên pêwendîdarê tendirustiyê xwest bi hestyarî û dîqeteke zav, li deriyên ketina nav welêt pêşiya derbasbûna pêketiyên bi vîrûsên nû yên welatên biyanî were girtin.

Rûhanî herwiha got: Pêdivî ye ku qonaxên ceribandin û Qerentînkirina rêwiyan di çarçoweya protokolên ragihandî de bi hestyarî werin berçavgirtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her weha nasîn û destnîşankirina lezgîn a kesên ku bi vîrusa guhertî, pêdivî da zanîn û got: "Divê em hemî bi hev re bixebitin da ku nehêlin çaremîn pêla êşa nexweşîyê despê bibe û divê em qet nehêlin êşeke nû ya Koronayê zêde ji viya zirarê bide tenduristî û debara gelê me."