Sibat 12, 2021 21:41 Asia/Tehran
  • Zerîf bertek nîşanî devûjeniyên ewropiyan derbarê Peymana Navokî da

Wezîrê karên derve yê Îranê helwêsta welatên ewropî derbarê Îranê da ber rexneyan

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Înê di peyameke li Twitterê da eşaret bi bêsoziya sê welatên ewropî di cihanîna sozên xwe li gorî Peymana Navokî kir û nivîsî: Gelo sê şirîkên me yên ewropî Bena 36an a Peymana Navokî û nameyên cûrbecûr ên Îranê li gorî vê yekê xwendine?

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Li gorî kîjan mentiqê Îran divê wan kiryarên reformî bide rawestandin ku tam salekê piştî derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî - ku hema wisa binpêkirina lihevkirinê didomîne- girtiye ber xwe?

Zerîf di dawiya vê peyama xwe ya twitterî da destnîşan kir: Sê welatên ewropî jibo cihanîna erkên xwe çi karek kirine?

Sê welatên ewropî yên wajokerê Peymana Navokî ya digel Îranê roja Înê bi dayîn adaxuyaniyeke hevpar, careke din tawanbarkirina Têhranê di mijara sozdariya li Peymana Navokî dubare kirin.

 

Serepeyv