Sibat 10, 2021 14:23 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran dê bi zûtirkê kiryarên cubranî yên li gorî Peymana Navokî cih bîne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Wek bersiva bo bêsoziya Amerîka û Ewropayê derheqê Peymana Navokî, Îran dê bi zûtirkê kiryarên cubrankirinê yên li gorî Peymana Navokî cih bîne.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê bi boneya çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî bi peyameke vîdyoyî bi zimanê inglîzî xitabî dewleta nû ya Ameîrkayê got: Bi hebûna dewleteke nû li Ameîrkayê ev derfet heye ku nêrîneke nû were ceribandin, lê pencereya niha bilez tê girêdan.

Zerîf got: Wek bersiva bo bêsoziya bi mixabinî ya Amerîka û Ewropayê derheqê sozên xwe li gorî Peymana Navokî, bi zûtirkê dê dewleta Îranê neçar be ku kiryara cubranî ya nû bigire ber xwe; Ev kiryara cubranî hema wisa ku di Meclîsa Şêwraya Îslamî da hatiye pesendkirin, li gorî mafên tekûz ên Komara Îslamî ya Îranê di çarçova Peymana Navokî pêkhatî ji berfirehkirina bernameya navokî û kêmkirina hevkariya digel çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bi gotina vêya ku Têhranê bi caran amadetiya xwe jibo danûstandin û hevkariya di armanca hevpar digel cînaran selimandiye, got: Armanca hertimî ya Îranê di tevahiya hewildanan da avakirina navçeyeke ewlehtir, aramtir û pêşketîtir bûye û di vî warî da hin însiyatîv raber kirine.

Wezîrê karên derve yê Îranê hêvîdarî kir ku cînarên Îranê jî fêr bûbin ku nikarin li bendê bimînin ku biyanî ewlehiya wan dabîn bikin; Ji ber ku qedera wan a cuxrafiyayî ew  e ku hertim welatên cîna li kêleka hev bimînin.

 

Serepeyv