Zerîf: Gelê Îranê bi berxwedanê bersiva gef û zextan dide
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Gelê Îranê bi berxwedanê bersiva gef û zextan dide.
Îro Sêşemiyê, di merasîma pîrozkirina serketina Inqilaba Îslamî li serokê Komara Îslamî ya Îranê ya ku balyozên welatên curbicur li Tehranê tê de beşdar bûn, wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê çil û duyemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî pîroz kir û got: Pandemiya Covid 19, ku cîhan bi dijwariyan re rûbirû kir, li pêşberî vê qeyrana cîhanî pêşandanek cîhanî ya hevgirtinê pîk hat û ew êşek hevbeş bû li seranserê cîhanê, ji xeynî rejîma xirab û nehs ku dixwest vê êşa hevpar bikar bîne da ku armancên xwe pêşve bibe.
Zerîf herwiha got : "Gelê Îranê rûbirûyê şerê aborî û terorîzma aborî ya Trump bû û roja îro ew serkeftîtir serfiraztir li ber dîrokê û cîhanê sekinîne û ew dersek e jibo rêveberiya nû ya Amerîka û ji bo hemî welatan ku bizanin çawa nêzîkî vî gelê mezin bibin. "
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: "Gelê Îranê bi rêzdarî bersivê dide kesên ku lê rêzê digirin û bi berxwedanê bersiva gef û zextan dide û kî ku di dîrokê de gef li vî neteweyê xwaribe tevlî zibilxaneya dîrokê bûye û ev gel hîn serbilind in."
Balyozên biyanî yên li Tehranê îro Sêşemê li salona Civînên Serokan 42.yemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî li Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî pîroz kirin.