Gotûbêjên serokê dadweriya Îranê û serokê civata dadweriya Iraqê
Sibat 09, 2021 15:08 Asia/Tehran
Serokê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê digel serokê Konseya Bilind a Dadweriya Iraqê civiya û pê re gotûbêj dan despêkirin.
Hucet-el-Îslam wel-Muslimîn "Seyd Îbrahîm Reîsî" îro Sêşemê bi "Faiq Zidan", serokê Civata Dadwerî ya Bilind a Iraqê re civiya.
Di civînê de, her du aliyan li ser xurtkirin û geşepêdana hevkariya dadwerî û qanûnî ya di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Serokê dadweriya Îranê şeva Duşemê li ser vexwendina fermî ya Faiq Zidan, serokê Civata Dadweriya Bilind a Iraqê, gihêşte Bexdayê û biryar e digel serokomar Berhem Salih, serokwezîr Mustafa el-Kazimî û serokê perlemana Iraqê Muhemed el- Helbûsî re bicive û bi wan re gotûbêjê bike.