Sibat 08, 2021 12:27 Asia/Tehran
  • Zerîf bi Nûnerê taybet ê NY li Yemenê ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê karên derve yê Îranê digel Nûnerê taybet ê Sekreterê giştî yê NY li Yemenê hevdîtin pêk anî û derbarê alûgorên herî nû yên Yemenê pê ra şêwirî.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê û Martîn Girîfîs, Nûnerê taybet ê Sekreterê giştî yê NY li Yemenê roja Duşemiyê li Wezareta karên derve ya Îranê hevdu dîtin û derbarê dawîn guhertinên Yemenê şêwirîn.

Beriya vêya roja Yekşemiyê jî Elî Esxer Xacî Şêwirmendê bilind ê Wezîrê karên derve yê Îranê li warê siyasî digel Nûnerê taybet ê Sekreterê giştî yê NY li Yemenê hevdîtin pêk anî û wan derbarê berûlayên qeyrana Yemenê, riyên aştiyê û rawestandina qeyrana vî welatî nirxandin.

 

 

Serepeyv