Wezîrê Derve yê Iraqê hat Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323750-wezîrê_derve_yê_iraqê_hat_tehranê
Wezîrê Derve yê Iraqê vê sibehê hat Tehranê da ku bi karbidestên îranî re bicive.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2021 08:30 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Iraqê hat Tehranê

Wezîrê Derve yê Iraqê vê sibehê hat Tehranê da ku bi karbidestên îranî re bicive.

Li gorî IRNAyê, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Husên sibeha îro çarşemê gihêşte Tehranê ji bo hevdîtin rayedarên îranî yên derecebilind û gotûbêjkirina mijarên hevpar.

Di vê seferê de, ew ê bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf re bicive.

Fûad Huseyîn ji xeynî hevdîtina bi Zerîf re, dê bi gelek rayedarên payebilind ên Îranê re jî hevdîtinan bike.

Her weha wezîrê karên derve yê Iraqê di Îlona sala borî de bi serokatiya şandekê sefera Îranê kiribu û li gorî wezîrê karên derve yê Iraqê wê demê, peyama devkî ya serokwezîrê wî welatî derheqê geşedanên li herêmê gihandibû serokomarê Îranê Hesen Rûhanî.