Zerîf û Erdogan li Stenbolê civiyan
Çile 29, 2021 19:01 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê bi Serokomarê Tirkiyê ra li Stenbolê civiya.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê di pêncemîn menzîla sefera xwe ya navçeyî da li Stenbolê digel Receb Teyib Erdogan Serokomarê Tirkiyê civiya.
Zerîf û Erdogan di vê hevdîtinê da derbarê mijarên dualî, alûgorên navçeyê û mijarên navneteweyî axivîn.
Muhemed Cewad Zerîf di dewama sefera xwe ya navçeyî bo welatên derdora Qefqazê, îro li Stenbolê digel rayedarên Tirkiyê dicive.
Zerîf beriya Stenbolê, çûbû Bakû, Mosko, Yêrîvan û Tiflîsê.