Çile 29, 2021 15:35 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bila dewleta Amerîkayê derbarê siyaseta terorîsma aborî venihêrînê pêk bîne

Wezîrê karên derve yê Îranê hêvîdarî kir ku dewleta nû ya Amerîkayê siyaseta Terorîsma Aborî bide ber venihêrînê.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja digel Kanala Russia Today a Erebî da got: Dewleta Co Baydin dikare bi awayekî bi potensiyel rakirina kêşeyan di pêwendiyên navbera Têhran û Waşîngtonê dest pê bike.

Zerîf tevî amajeya bi vêya ku siyaseta niha ya Waşîngtonê derbarê boykotên yekalî Di esasa da şerê aborî û Terorîsma Aborî ye, got: Sozên Baydin jibo venihêrîna siyaseta derveyî ya Ameîrkayê sozeke demdirêj e.

Wezîrê karên derve yê Îranê hêvîya xwe da diyarkirin ku dewleta nû ya Ameîrkayê pêwendiyên dualî digel Têhranê di "Riya Durust" da pêş bibe.

Zerîf her wiha got: Heta wê demê ku Amerîka sozên xwe yên di Peymana Navokî ya sala 2015an cih neyne, bo Îranê tu ferqek nake ku kî li Koşka Sipî rûniştiye.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku biryara derketina ji Peymana Navokî encama berovajî jibo Ameîrkayê hebûye, got: Piştî derketina yekalî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî, zimhêrên Uraniyûma meyandî ya Îranê ji 300 kg gihîştiye 4000 kg.

Serepeyv