Sefera Zerîf bo Gurcistanê bi dawî bû
Wezîrê karên derve yê Îranê di dawiya sefera xwe bo Gurcistanê, gotûbêjên xwe tev rayedarên vî welatî avaker ji bo navçeyê da zanîn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê got: Di sefera bo Tiflîsê hevdîtinên cûrbecûr di gel rayedarên payebilind ên welatê dost
anku Gurcistanê pêk hatin û ku ji bo hevkariyên dualî û navçeyî erênî ne.
Zerîf her wiha got: Di van hevdîtinan da li ser kemilandin û girêdana tranzîtî ya bakur-başûr û rojava her wiha rêya têkiliya Kendava Farsê û Deryaya Reş pêgirî hat kirin û me gotûbêjine
baş hebûn ku di pêşerojê da dê encamine sûdmend ên aborî ji bo navçeyê hebin.
Wî her wiha got: Me derbarê pirsgirêkên sermiyandanerên îranî û îraniyên ku li Gurcistanê tûşî hin pirsgirêkên qanûnî ne, gotûbêjine avaker û kêrhatî pêk anîn.