Çile 28, 2021 12:58 Asia/Tehran
  • Wezîrên karên derve yên Îran û Gurcistanê bi rêya telefonê axivîn

Wezîrên karên derve yên Îran û Gurcistanê di têkiliya telefonî da rewşa danûstandinên dualî û mijarên navçeyî vekolandin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Di têkiliya telefonî ya Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê û Dêyvîd Zalkaliyanî Wezîrê derve yê Gurcistanê da, du aliyan rewşa herî dawî ya danûstandinên dualî û navçeyî vekolandin.

Zerîf di vê gotûbêja telefonî da hêvîdarî kir ku hevpîşeyê wî yê gurcistanî baş bibe.

Testa Koronayê ya Wezîrê karên derve yê Gurcistanê di rojên dawî da erênî bûye û ketiye rewşa Qerentîneyê; Loma hevdîtinan wî bi Zerîf ra ku niha li Gurcistanê ye, pêkan nebûye.

 

Serepeyv