Xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî, mijara serke ya serdana Zerîf a Ermenistanê
Wezîrê Derve yê Îranê bi rayedarên ermenî re şêwirmendiyên sudmend pêkanîn û tekez kir ku pêdivî ye ku lihevkirinek ji bo xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî hebe.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li Twittekê de bal kişand ser gotûbêjên xwe bi serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan û wezîrê derve yê vî welatî û got: Di van civînan de, me dijwarî û derfetên hevpar ên herêmên piştî şer û pevçûnên dawiyê li Qerebaxê hilkolandin.
Zerîf dûv re wiha got: "Me li ser xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî, di nav de projeyên ragihandin û pêwendiyan û veguherîna hevrikiyên kevnar ser hevkariyên pêşerojê li hev kir."
Van rojên dawiyê, wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di çarçova seredanên xwe yên heremî de sefera li Bakû û Moskowê kir û piştî wê niha ew çûye Yêrîwanê paytexta Ermenistanê, piştî serdana Yêrêvanê û gotûbêja bi rayedarên ermenî ew ê here Tiblîsê paytexta Gurcistanê.