Çile 27, 2021 20:14 Asia/Tehran
  • Li hevdîtina wezîrê derve yê Îranê û serokwezîrê Ermenistanê berfirehkirina têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Serokwezîrê Ermenistanê tekez li ser berfirehkirina têkiliyên dualî kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li hevdîtina serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan bal kişande ser warên curbicur wek derfet ji bo berfirekirina pêwendiyên dualî û çendalî, herwiha bal kişand ser fukarên du welatan ên hevpar li navçê û desnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê dixwaze ku li deverê aştî û ewlehî danmezire da ku hevkariyê dualî û çendalî tê de berfire bibin.

Zerîf her wiha helwestên Komara Îslamî ya Îranê li ser berçavgirtina qanûnên navneteweyî, parastina gel, rêzgirtina mafên etnîkî yên kêmnetewan, parastina yekparçeyiya xakê û bikarneanîna zorê di krîza Qerebaxê de tekez kir.

Serokwezîrê Ermenistanê behsa hevpariyên her du welatan di warên aştî, ewlehî û geşedanê de kir û desnîşan kir ku bingeha têkiliyên her du welatan li ser xêm û bingehên hevaltiya çend sedsalî hatiye avakirin.

Li vê hevdîtinê de herwiha du aliyan li ser mijarên hevkariyên du welatan ên wekî bazarganî, elekterîk, gaz, tranzît, binavahî û binesaziyên riyên navbera dualî û hesinriya navbera du welatan jî gotûbêj kirin. 

Serepeyv