Zerîf bi Serokwezîrê Ermenistanê re civiya
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi Serokwezîrê Ermenistanê re civiya û pê re gotûbêj kir.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li dewama şêwirînên xwe bi karbidestên Ermenî re li Yêrêvanê, îro Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re civiya û pê re gotûbêj kir.
Berî hevdîtina bi Serokwezîrê Ermenistanê re, Wezîrê Derve bi Wezîrê Derve yê Ermenistanê re civiya.
Van rojên dawiyê, wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di çarçova seredanên xwe yên heremî de sefera li Bakû û Moskowê kir û piştî wê niha ew çûye Yêrîwanê paytexta Ermenistanê, piştî serdana Yêrêvanê û gotûbêja bi rayedarên ermenî ew ê here Tiblîsê paytexta Gurcistanê.
Zerîf dê piştî Gurcistanê biçe Enqerê daku bi rayedarên Tirkiyê re bicive û şêwirmendiyên dualî pêk bîne.