Çile 25, 2021 18:24 Asia/Tehran
  • Zerîf: Rêya pêkhatina aştiya mayînde ji tertîbatên navçeyî yên giştalî derbas dibe

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Rêya pêkhatina aştiya mayînde ji tertîbatên navçeyî yên giştalî derbas dibe.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiyê di twitterê da nivîsî: Min li Bakûyê gotûbêjine dirêj û gelek pirrbehre derbarê pêwendiyên dualî û hevkariyên navçeyî di gel serokomar Eliyêv, Şahîn Mustefayêv Alîkarê serokwezîrê û Ceyhûn Bayramov Wezîrê karên derve encam da.

Zerîf her wiha nivîsî: Rêya bidestxistina aştiya mayînde ji tertîbên navçeyî yên giştalî derbas ibde, ji wan korîdorên veguhestinê ku sûda wê ji bo giştan e.

Wezîrê karên derve yê Îranê di destpêka gerra xwe ya navçeyî, berêvara Yekşemiyê gihîşte Bakûya paytexta Komara Azerbayîcanê.

Biryar e Muhemed Cewad Zerîf piştî Komara Azerbayîcanê, berê xwe bide Rûsiye, Ermenistan, Gurcistan û Tirkiyê jî.

Serepeyv