Çile 25, 2021 14:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran jibo avedankirina navçeyên azadkirî yên Komara Azerbaycanê amade ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina di gel Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê qala amadetiya Îranê jibo hebşna çalak û berfireh di warê avedankirina navçeyêîn azadkirî yên li ser sînorê hevpar ên du welatan kir.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di hevdîtina di gel Ceyhûn Bayramov, Wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê, tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji hebûna li Komara Azerbaycanê di dema piştî azadkirina erdên dagirbûyî yên vî welatî û rêzgirtina li goriyên şêrr nemaze welatiyên sivîl, hevxemiya xwe di gel malbatên wan ragihand û qonaxa nû wek qonaxeke girîng ji bo alîkariya bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyî û ji bo berjewendiyên gişt aliyan nirxand.

Wî tevî ragihandina amadetiya Îranê ji bo hebûna çalak û berfireh di avedankirina navçeyên azadkirî ku li ser sînorên hevpar ên du welatan da ye, bal kişande ser gotûbêjên bi encam ên du welatan di civîna vê dawiyêî ya Komîsiyona hevkariyên aborî ên du welatan û nêrînên ragihandî ji aliyê serokê Komara Azerbaycanê di hevdîtina îro nîşana vîna ciddî ya du welatan jibo hevkariyan da zanîn.

Zerîf tevî ragihandina vêya ku em tu astekê ji bo hevkariyên dualî qayîl nabin, amadetiya giştalî ya beşên cûrbecûr ên aborî li Îranê ji bo amadebşûna çalak di projeyên aborî yên Komara Azerbaycanê ragihand û pêkanîna aramiyê li navçeyê derfeteke mezin ji bo hevkariyên du welatan di warê tranzît û çalakkirina korîdorên rojhilat-rojava û bakurû-başûr da zanîn.

Ceyhûn Bayramov, Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê jî di vê hevdîtinê da danûstandinên du welatan li gorî dostî û babetên hevpar ên dîrokî û çandî da zanîn û sipasiya helwêstên Komara Îslamî ya Îranê di astên bilind bilind û gelanî derheqê yekparçetî û mafê hakimiyeta vî welatî kir.

Wî tevî amajeya bi danûstandina desteyên payeberz navbera du welatan, berfirehkirina danûstandinên aborî wek mijareke girîng a pêwendiyên du welatan nirxand û lidarxistina civîna vê dawiyê ya Komîsiyona hevpar a hevkariyên aborî nîşana vê yekê da zanîn.

 

 

Serepeyv