Çile 19, 2021 18:06 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Pirsnameya lêzanînan a karistana Uraniyûma metalî bo ajansê nehatiye vraberkirin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Pirsnameya lêzanînan a plandarêştina karistana Uraniyûma metaî ya Isfehanê (navenda Îranê) hîn bo Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê nehatiye raberkirin û ev kiryar, piştî tevdîrên pêwîst û di moleta diyarkirî di qanûnê da dê pêk were.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemiyê derbarê daxuyaniya vê dawiyê ya sê welatên ewropî got: Behrewergirtin ji karistana berhemanîna Uraniyûma metalî ya Isfehan ya nivîsandî di Qanûna Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê û berhemanîna ardûya pêşketî (Sîsîsayd) jibo bikaranîna di reaktora lêkolînî ya Têhranê, du mijarên tam ciyawaz in.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Tiştê ku ajansê derbarê wê rapor weşandiye, derbarê destpêbûna çalakiya lêkolîn û  berfirehkirinê jibo amadekirina ardûyeke pêşketîtir jibo reaktora lêkolînî ya Têhranê bi navê Ardûya Sîsîsayd e ku Îranê du salan berê bernameya wê ji ajansê ra gotiye û vê dawiyê jî lêzanînên têkildarî wê raber kirine.

Xetîbzade bi gotina vêya ku di pêvajoya berhemanîna ardûya Sîlîsayd da Uraniyûma metalî berhemeke navîn e , got: Pirsnameya lêzanînên dîzaynkirina karistana Uraniyûma metal a Isfehanê hîn bo ajansê nehatiye raberkirin  û ev kiryar, piştî tevdîrên pêwîst û di moleta diyarkirî di qanûnê da dê pêk were.

 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî rexneya ji helahelaya bêbingeh di vî warî da got: Uraniyûma metalî jibo bikaranînên aştiyane jî bi kar tê û aniha hin welat ardûya li gorî Uraniyûma metalî jibo reaktorên xwe bi kar tînin û vê mijarê tu dijayetiyek digel Soznameya Qedeetiya belavkirinê û sozên pademanî yên welatan tune.

 

Xetîbzade got: Ev teknolojî jibo Îranê ku divê hewcetiyên nexweşên xwe bo radyodermanan bi baştirîn kualîteyê amade bvike, pêwîstiyek e û tam aştiyane û mirovdostane ye.

 

Sê welatên ewropî yên emdamê Peymana Navokî (Almanya, Fransa û Inglîs) bi dayîna daxuyaniyekê nîgeraniya xwe ji ragihandina Îranê derbarê amadetiya jibo berhemanîna Uraniyûma metalî wek ardûta reaktora lêkolînî ya Têhranê diyarkirin û ji Îranê xwestin ku vegere ser sozên xwe yên peymana navokî.

 

Serepeyv