Heta îro 19ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 131 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 342 hezar û 134 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 131 hezar û 883 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 5917 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 342 hezar û 134 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 87 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 56 hezar û 973 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 96 miliyon kesî.
Amerîka bi zêde ji 24 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 408 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.