Çile 12, 2021 23:45 Asia/Tehran
  • Zerîf: Têrorîstên bûyera 11ê Îlonê ji welatên hezkirî yên Pompeo bûn

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka derheqê îdiaya bêbingeh a Wezîrê karên derve yê Amerîkayê ya girêdana Îranê digel El-Qaîdeyê destnîşan kir: Tevahiya terorîstên bûyera 11ê Îlonê ji welatên hezkirî yên Pompeo li Rojhilata Navînê bûn.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Sêşemiyê di twittera xwe da nivîsî: Ji terorîstzanîna Kûbayê heta ji rêzêderxistinên xeyalbar û îdiayên têkiliya Îranê digel El-Qaîdeyê, birêz "Em derewan dikin, dixapînin, didizin" (Pompeo) bi awayekî qirêj, pîşeya xwe ya karesat bi derewên şerxwazane bi dawî tîne.

Zerîf bi bîr xist: Tu kesek naxape; Hemî terorîstên bûyera 11ê Îlonê ji welatên hezkirî yên Mike Pompeo li Rojhilata Navînê bûn, tu yek ji Îranê nebûn.

Mike Pompeo Wezîrê karên derve yê Îranê pêştir di axaftinekê da ragihand: "Ez serokê CIA'yê bûm, me derew digot, sextekarî dikir, me didizî û ..."

Pompeo îşev jî di axaftineke bêbingeh da, Îran wek navenda El-Qaîeyê da zanîn û îdia kir ku hejmareke zêde ya endamên El-Qaîdeyê piştî 11ê Îlonê xwe li Îranê sitirandine.

Di bûyera 11ê Îlona 2001ê li Amerîkayê, derdora sê hezar kes hatin kuştin û zêde ji 6 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Koma Lêkolînê ya Kongreya Amerîkayê ku çend mehan piştî êrîşên 11ê Îlonê hatibû amadekirin, 15 kes ji 19 kesên ku balefir dîl girtin û êrîşên 11ê Îlonê pêk anîn, welatiyên Erebistanê û du kes jî welatiyê Imaratê bûn ku ji aliyê kesên ku bi rayedarên van du welatan ra di têkiliyê da bûn, dihatine piştgirîkirin.

 

Serepeyv