Çile 08, 2021 22:51 Asia/Tehran
  • Teniştoka Zerîf li kesên ku

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di teniştokeke twitterî da tevî eşareta bi bertekên rayedarên rojavayî derheqê tundiyên hilbijartinê yên vê dawiyê li Amerîkayê, ji standardên wan ên ducûre rexne kir û ji wan xwest ku kûr û dûr bifikirin.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê di twittekê da nivîsî: Kesên ku çar salan li ber zorbêjî û binpêkirina qanûnê ji aliyê Trump va bejna xwe tewandin - da ku bi mesrefa gelê me xwe ji ziyanê biparêzin - niha destdirêjiya wî ji hakimiyeta qanûnî şermezar dikin.

Zerîf her wiha nivîsî: Tevî vê yekê hîn jî hewil didin ku terorîsma aborî ya wî li dijî Îranê wek amûr bi kar bînin; Heke hûnnawêrin, herîkêm ji ber xatirê xwe bixwe, dûr bifikirin.

Roja Çarşemiyê di halekî da ku civîna hevpar a Kongreya Amerîkayê jibo piştrastkirina dawî ya serketina Joe Biden di hilbijartina serokomartiya vî welatî da hatibû lidarxistin, birrek ji alîgirên Trump êrîşî nav avahiya Kongreyê kirin.

Ev êrîş li dû bangewaziya Trump jibo kombûna alîgirên wî li ber Kongreya Amerîkayê pêk hat.

Di encama vê êrîşê da 4 kes hatin kuştin.

 

Serepeyv