Zerîf: Em li dû şêrr nînin, lê bêguman emê berevaniya gel, ewlehî û berjewendiyên xwe bikin
Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê ragihand ku Îran li dû şêrr nîne, lê bêguman dê berevaniya ji gel, ewlehî û berjewendiyên xwe yên neteweyî bike.
Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di twittekê da wek berteka li hemberî tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê ragihand ku Îran li dû şêrr nîne, lê bêguman dê berevaniya ji gel, ewlehî û berjewendiyên xwe yên neteweyî bike.
Zerîf her wiha nivîsî: Dewsa têkoşîna dijî Koronayê li Amerîkayê, Donald Trump û hevrêyên wî bi miliyaran dlar jibo rakirina balefirên bomberêj ên B52 û şandina keştiyên şêrr bo navçeya me berhewa dikin.
Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Lêzanînên bidesthatî ji Iraqê nîşan didin ku komployek jibo çêkirina behaneyekê jibo şêrr tê darêştin.