Kanûn 28, 2020 23:19 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Miletê Îranê bi rawestan û berxwedana xwe serkeftinên mezin bi dest xistin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berxwedana netewa mezin a Îranê li hember şerê aborî, sizayên nemirovane yên Amerîkayê û her weha rawestana li ber vîrusa nehs a Korona bi qedir û qîmet da zanîn.

Li gor IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro duşemê di dawiya civîna serokên sê dezgehên birêvabirin û îdarekirina karûbarên welêt de li meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Me bi serokên Dezgeha Pejirandina Qanûnan (Meclis Şêwra Îslamî) û serokê Dezgeha Dadweriya welêt re derbarê bê encamkirina û pûçkirina boykotan gotûbêj kir.

Rûhanî herwiha desnîşan kir ku  bi serokên Meclis Şêwra Îslamî û serokê Dezgeha Dadweriya re ser pêşniyar-qanûna bûdçeya 1400 (Koçî Tavî) ku niha li ber destê parlemanteran de ye bona hilkolandinê gotûbêj û şêwirîn kiriye û got: Biryar e tîma aborî ya hikûmetê di vî warî de bi endamên meclisê û Komîsyona berhevkar a Meclis re bişêwire.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara çawaniya dabînkirina vaksîna koronayê jî got: "Gelek riyên dabînkirina vaksinê hene  û ji çend riyan me bona kirina wê kar kiriyeû zêde ji viya zêde du saziyên mezin û şirketeke bingehzanist hewl didin ku vaksin li hundurê welêt çê ke."

Rûhanî herwiha got: "Divê gel piştrast bibe ku ger pêwîst bibe ku em vaksînek ji derveyî welêt bikirin, bi hetim em ê vî karî bikin û di hilberandina vaksînên navxweyî de jî wê demê telîmata vaksînasiyonê tê dayîn ku baweriya me ya tam lê hebe."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vî halî de hêvîdariya xwe diyar kir ku divê mirov serhemdê xwe û bi cihanîna protokolên tenduristiyê riya ku li dijî koronavirusa nehs dane ber xwe bidomîne û pê ewle be ku tenduristiya gel ji bo hikûmetê û hemî rayedarên welêt mijara herî girîng û sereke ye. 

Serepeyv