Kanûn 06, 2020 20:48 Asia/Tehran
  • Rûhanî: şeşê Kanûnê, sembola azadîxwazî û roja qedirgirtina xebat û têkoşîna xwendekaran e

Bi minasebeta Roja Xwendekaran, Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê 16ê Azarê (6ê Kanûnê) wekî sîmbola rasyonalîzm(aqilmendîxwazî), azadîxwazî ​​û roja pîrozkirina têkoşînên çarenivîsaz a xwendekaran nirxand.

Îro (Yekşem) 16ê Kanûna sala 2020 di salnama Komara Îslamî ya Îranê de, Roja Xwendekar tê binav kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, di peyamek xwe de ragihand: "Gavên bilind û qahêm ên xwendekaran hertim di çarçova berjiwendî û hevrêtiya neteweya mezin a Îranê de bûne û xwendekarê vî welatî, bi qasî ku di warê zanînê de çalak in, di warê parastina wicûd û nasnameya olî û neteweyiya xwe jî çalak in û divê warî de hertim hêvî û fidakariyê dixuliqînin.

Rûhanî herwiha got: "Xwendekar nimûneyek ji pêkhateyeke hişyar a civakê û sermiyana rastîn û mayinde ya welêt û kilîta bexteweriya sibeya Îrana hêja ne."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi bîr xist: Di heyama dijwar a şerê aborî û derketina Korona de, dema ku welat bi gelek kêmasiyan re rû bi rû ma, nemaze di warê alav û navendên tenduristî û pizîşkî de, akademîsyen û xwendekarên Îranê yên xebatkar di warên curbicur ên zanistî û pîşesaziyê de rola pêşeng di warê kontrolkirina Koronayê lîstin. Wan di vî warî de şanazî serfiraziyên zav xuliqandin û hasil û encamên wan wê di pêşerojê de zêde xuya bikin.

Di 7ê Kanûna 1953 dema sefera serokomarê wê demê yê Amerîkayê bo Îranê xwendekarên îranî li dijî vê serdanê xwenîşandan rêxisttin ku di encama êrişa hêzên Şah ser wan 3 xwendekar şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn, her ji ber vê yekê ev roj nwek roja Xwendekaran hat binavkirin. 

 

Serepeyv