Mijdar 25, 2020 18:22 Asia/Tehran
  • Sersaxî jibo salvegera wefata Hezreta Fatimeya Mesûme (S)

Sibe Pêncşemî 10ê meha Rebî ul-Saniya 1442an a Koça heyvî, hevdem e digel 26ê Mijdara 2020î salvegera Wefata Hezreta Fatimeya Mesûme (S), xwîşka hêja ya Îmam Reza (S) îmamê heştem ê şîeyên cîhanê.

Tirba paqij a Hezreta Fatimeya Mesûme (S) li bajarê Qumê ye. Ev bajar di şeva wefata Hezreta Fatimeya Mesûme (S) keşa Îmam Mûsa Kazim (S) îmamê heftem ê şîeyên cîhanî di nava şînê da ye.

Gelê vî bajarê bi bilindkirina alayên reş bi nîşana şînê, vîn û huba xwe derheqê vê banûya Îslamê û eşq û evîna xwe derheqê binemala paqij a Pêxemberê Îslamê (S) nîşan didin.

Gelê Îrana îslamî her salê di şeva wefata Hezreta Fatimeya Mesûme (S) bi amadebûna li Huseyniye, mizgeft, tirba paqij a wê li Qumê û tirba paqij a Îmam Reza (S) li Meşheda Muqedes şîndarî dikir, lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê rêûrism bi awayê mecazî û ziyareta ji rêya dûr va pêk tê.

Îşev jî di herema paqij a Hezreta Fatimeya Mesûme (S) da ji ber berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê bernameyên taybet ên axaftin û medahiyê bi awayê medyayî û bêyî beşdariya gel tên lidarxistin.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber wefata Hezreta Fatimeya Mesûme (S) sersaxiyê dide gişt misilmanan nemaze şîeyên cîhanê.

 

Serepeyv