Zerîf li ser amadetiya Têhranê jibo berfirehkirina hevkariyan digel Efganistanê pêgirî kir
Mijdar 21, 2020 19:05 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê li ser amadetiya Têhranê jibo berfirehkirina hevkariyan digel Efganistanê pêgirî kir.
Li gorî rapora Dayireya giştî ya Ragihandin û karên berdevkiyê ya Wezareta karên derve, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja şemiyê di gotûbêja telefonî digel Henîf Etmer Wezîrê karên derve yê Efganistanê, wergirtina dengê baweriyê ji nûnerên parlimana vî welatî û bijartina wî wek wezîrê karên derve li wî pîroz kir.
Wezîrê karên derve yê Efganistanê jî tevî sipasiya ji piştgiriyên giştalî yên Komara Îslamî ya Îranê, li ser vîna Kabulê jibo xurtkirina giştalî yab pêwendiyan tev Têhranê pêgirî kir.