Mijdar 20, 2020 20:27 Asia/Tehran
  • Îran: Terorîzm viyana Îranê ya piştevanîkirina neteweyên bindest sist nake

Balyozxana Îranê li Libnanê diyar kir: Teror û alîgirên wê yên navneteweyî îrade û viyana Komara Îslamî ya Îranê ya piştgirîkirina miletên sist û lawaz nake.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya Xwendekarên Îranê (ISNA), Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Libnanê roja Înê bi minasebeta heftemîn salvegera êrişa xwekujî ya li ser vê balyozxanê di peyamekê de wiha nivîsî: Heft sal berê, terorîzmê balyozxana Îranê li Beyrût bi du operasiyonan xistin ber êrişê û bû sedema şehadeta hejmarek mirovên bêguneh.
Di peyama Balyozxana Îranê li Beyrûtê de hatiye diyarkirin: "Terorîzm û alîgirên wê yên navneteweyî nikarin viyana Komara Îslamî ya Îranê û rêberiya wê ya aqilmend di piştgirîkirina neteweyên bindest ên cîhanê de sist û lawaz bikin, belkî eva bû sedem ku qahêmî û pabendiya Îranê li siyaseta berxwedanê û parastina nirxên heq û dad û dadperweriyê zêde jî bibe." 
19 Mijdar 2013 du terorîstên xwekujî bi teqandina bombên li xwe girêdayî li ber Sefaretxana Îranê ya li Beyrûtê, 23 kes kuştin û 146 kes jî birîndar kirin ku di nav wan de şêwirmendê çandî yê ÎIranê li Beyrûtê jî şehîd bû.

Serepeyv