Reîsî: Riswatiya Amerîka ji hemûyan re eşkera bû
Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser bûyerên piştî hilbijartina serokomariya Amerîkayê û got: Riswatiya Amerîka ji hemûyan re eşkera bû.
Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî îro desnîşan kir roja îro tiştê ku li Amerîkayê dikeve ber çavan, riswatiya wan piştî bi salan xemlandina rûyê demokrasiyê bi tiştên nerast e û got: Di hilbijartina serokomariya Amerîkayê degelên cîhanê bi çavên xwe dîtin ew rûveta ku wan heya niha nîşanî civakên cîhanê dabûn ne rast e û Amerîkayê gelek pirsgirêkên xwe hene.
Reîsî got:Amerîkiyan hewl danbi gefxwarin û berûvajî nîşan danê li ser fikir û ramanên civakên durbidur ên cîhanê bi deshilat bibe.lê civakek agahdar wekî ya Îranê bi başî dizane ku qet gefxwarin û tirsandinên Amerîkayê bandora xwe tinen.
Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser rawestana gelê Îranê li hemberî dijminan û got: Peyama netewê Îranê rawestan, berxwedan û berhemanîna qawet li warên ewlekarî û aborî ye.