Mijdar 11, 2020 13:09 Asia/Tehran
  • Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê civiyan

Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê li Îslam Abadê civiyan.

Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê ku di serê desteyeka payebilind da çûye Îslam Abadê, roja Çarşemiyê digel Şah Mehmûd Qureyşî, Wezîrê karên derve yê Pakistanê hevdîtin pêk anî.

Zerîf hevrê digel Qureyşî Nemama Dostiyê li hewşa avahiya Wezareta karên derve ya Ûakistanê çand.

Wezîrê karên derve yê Îranê beriya hevdîtin abi Wezîrê karên derve yê Pakistanê, digel Qemer Cavîd Bajwa Fermandarê Artêşa Pakistanê jî hevdîtin pêk anî.

Hevdîtina bi Imranxan Serokwezîrê pakistanê û axaftina li Ramangeha Lêkolînên Stratejîk a Îslam Abadê ku berêvariya îro dê were lidarxistin, bernameya dawiyê ya sefera durojî ya Zerîf bo paytexta Pakistanê ye.

 

 

Serepeyv