Mijdar 09, 2020 08:48 Asia/Tehran
  • Peyama ji dil a Zerîf bo welatên cînar; Bila em bi hev ra pêşerojeke baştir ava bikin

Wezîrê karên derve yê Îranê bi peyameke ji dil bo cînaran, daxwaza avakirina pêşerojeke baştir li kêleka hev kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê li ser Twittera xwe bi weşandina peyamekê bi zimanê Inglîzî xitabî welatên cînar nivîsî: Tenê bi hev ra em dikarin pêşerojeke baştir jibo giştan ava bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku di hilbijartina serokomartiya vî welatî li hemberî Co Baydin têk çû, 70 rojên din dê here, lê em bo hertim li vir dimînin.

Zerîf tevî pêgiirya li ser çareserkirina nakokiyan li navçeyê bi rêya gotûbêjê, got: Palpiştiya bi biyaniyan jibo dabînkirina ewlehiya navçeyê, qet qumareke baş nîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêştir jî di twitteke din bi zimanê erebî, peyameke wiha jibo cînarên Îranê weşand.

Donald Trump di çar salan hebûna xwe li Qesra Sipî hewil da bi alîkariya Rêjîma Siyonîst û hin hevpeymanên xwe yên ereb hevpeymaniyeke dijî Îranê damezirîne, lê nekarî.

 

Serepeyv