Wezê karên derve yê Îranê gihêşte Kûbayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321116-wezê_karên_derve_yê_Îranê_gihêşte_kûbayê
Wezîrê derve yê Komara Îslamî yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf ji bo hevdîtina bi rayedarên derecebilind ên kûbayî îro çû Hawanayê paytexta vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2020 09:43 Asia/Tehran
  • Wezê karên derve yê Îranê gihêşte Kûbayê

Wezîrê derve yê Komara Îslamî yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf ji bo hevdîtina bi rayedarên derecebilind ên kûbayî îro çû Hawanayê paytexta vî welatî.

Zerîf di vê serdana xwe ya Kûbayê de wê bi rayedarên dercebilind ên vî welatî ji wan bi wezîrê derve yê Kûbayê re ser berfirekirina pêwendiyên du welatan û meselên din ên ku du welatê pê elaqedar in wê gotûbêjê bike.

Wezîrê derve yê Komara Îslamî yê Îranê berî viya roja Çarşemê gihêştibû Karakasê paytexta Venezuelayê. Piştî Kûbayê wê here Bolîvyayê.

Zerîf li Venezuelayê bi serokomarê vî welatî Nikolas Maduro, alîkarê serokomar  Jorge Arreaza (Xorxe Arîza)  û wezîrê derve û çend wezîrên din ser berfirekirina pêwendiyên dualî gotûbêj kir.