Pîrozkirina salvegera jidêbûna pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û îmam Ceferê Sadiq (S)
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321001-pîrozkirina_salvegera_jidêbûna_pêxemberê_hêja_yê_Îslamê_(s)_û_îmam_ceferê_sadiq_(s)
Sibê sêşemî 17`ê Rebî ul Ewela sala 1442`an a koçberiya heyvî hevdem digel 3`ê Mijdara 2020`an salvegera jidêbûna pîroz a hezretê Mihemed Mistefa (S) pêxemberê hêja yê Îslamê û salvegera jidêbûna bi xêr û bereket a şeşemîn stêrka rohn û geş a esmana îmamet û welayetê hezretê îmam Ceferê Sadiq (S) e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2020 17:35 Asia/Tehran
  • Pîrozkirina salvegera jidêbûna pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û îmam Ceferê Sadiq (S)

Sibê sêşemî 17`ê Rebî ul Ewela sala 1442`an a koçberiya heyvî hevdem digel 3`ê Mijdara 2020`an salvegera jidêbûna pîroz a hezretê Mihemed Mistefa (S) pêxemberê hêja yê Îslamê û salvegera jidêbûna bi xêr û bereket a şeşemîn stêrka rohn û geş a esmana îmamet û welayetê hezretê îmam Ceferê Sadiq (S) e.

Li salvegera jidêbûna pêxemberê hêja yê îslamê (S) û îmam Ceferê Sadiq (S), bernamên taybet wekî axaftin û pesindayînê ji aliyê medah û zakirên binemala paqij a pêxember (S) li mizgeft û tekyeyan û ji wan li tirba paqij a hezretê îmam Reza (S) îmamê heştem ê şîeyan li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê tên birêxistin. Lê belê îsal ji ber pandemya Koronayê û ji bo parastina silametî û tendirustiya gel bernamên girseyî li dar nakevin û bernamên din jî bi berçavgirtina destûrên tendirustiyê bi rêve diçin.

Li ser esasa raveya ehlê suneyan 12`ê meha Rebî ul Ewelê hevdem digel salvegera jidêbûna pêxemberê hêja yê îslamê (S) ye û misilmanên şîe jî 17`ê Rebî ul Ewelê salvegera jidêbûna resûlê Xwedê dizanin.  Li gorî biryar û îbtikara hezretê îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê 12 heta 17`ê Rebî ul Ewelê wek Heftiya Wehdetê (yekîtiyê) hatiye naskirin.

Hz. ayetullah Xamineyî rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê sibê roja sêşemê saet 10:30 ser wextê Tehranê bi minasibeta salvegera jidêbûna Pêxemberê Hêja yê Îslamê Hz. Muhemed Mistefa (S) û Îmamê şeşem ê şîeyan Hz. Îmam Ceferê Sadiq (S) bi awayê televîziyonî wê biaxive.

Saziya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê hatina salvegera jidêbûna pîroz a dawîn pêxemberê Xwedê hezretê Mihemed (S) û hezretê îmam Ceferê Sadiq (S) li hemî misilman û azadîxwazên din ên cîhanê pîroz dike.